ROJEVA 22'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Efrîniyên ku 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan û serê xwe li ber zordariya dewleta Tirk netewandin, dibêjin "Em têk neçûn. Em bi berxwedana xwe serbilind in. Efrîn wê teqez rizgar bibe."
- Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 37'an de ye. Doh gelek kesan serdana çalakgeran kirin.
- Platforma Dengê Girtiyan bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedêrên greva birçîbûnê û diyar kir, wezîfeyeke dîrokî ye ku li her qada jiyanê piştevanî bê xurtkirin.
- Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari diyar kir, ji bo piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê wê 27'ê Çileyê dest bi çalakiya nobedê bikin û got, AKP bi girankirina tecrîdê re dixwaze têkiliya Ocalan a bi civakê re qut bike.