TSP: Erka me ya dîrokî ye ku em piştevaniyê xurt bikin

Platforma Dengê Girtiyan bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedêrên greva birçîbûnê û diyar kir, wezîfeyeke dîrokî ye ku li her qada jiyanê piştevanî bê xurtkirin.

Platforma Dengê Girtiyan (TSP), li ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, têkoşîna azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj mezin dibe û hate gotin, "Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, kirin ku em careke din bala xwe bidin ser girtîgehan."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê tiştekî nû nîne û hate gotin, her desthilatdariyê ji bo tasfiyekirina hêzên dînamîk ên civakê û ji bo tirsandina civakê êrîş biriye ser girtîgehan.

Platformê da xuyakirin, Erdogan girtîgeh bi şoreşger-welatparêzan dagirtiye û tecrîdê weke beşek ji zilmê bi kar tîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî vê zilmê dest pê kiriye, çalakiyeke mafdar û rewa ye û hate gotin, "Grevên birçîbûnê yên li Ewropa, Hewlêr, gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê nîşan dide ku divê em bi girtiyan re têkoşîna li dijî faşîzmê xurt bikin. Di vê demê de berpirsyariya me ya li pêşberî hemû hevrêyên me yên li dijî faşîzmê bedena xwe dane ber mirinê, zêde bûye. Wezîfeya me ya dîrokî ye ku em li her qadê piştevaniyê mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de di şexsê Leyla Guven de hemû berxwedêrên li zindanan û qadên cuda yên têkoşînê ketine greva birçîbûnê hatin silavkirin.