ROJANE
Hemû Nûçe
-
Saziyên li Wanê li ser 'grevên birçîbûnê' hişyarî dan
24 saziyên li Wanê li hev civiyan, hişyarî dan ku grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û ji gel xwestin ku xwedî li çalakiyan derkevin. -
Temellî: Em naçin tu derê, em li vir in
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku heta dawî li tecrîdê neyê aramî nayê Tirkiyeyê. Temellî diyar kir ku wê gel 31’ê Adarê bersiva pêwîst bide rejîma AKP-MHP'ê. -
Yê ku ew ê jî vî welatî here Erdogan e
Nûnerên gel û baweriyên cihê yên di bin banê HDP’ê de li hemberî gotinên Erdogan ên nijadperest gotin ku “Yê ku divê ji vî welatî biçe, tu yî” -
Li girtîgeha Bandirmayê gardiyanan êrîşê berxwedêran kir!
Li Girtîgeha a Tîpa T, Hejmar 1 a Bandirmayê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin ên di greva birçîbûnê de ne. -
Li Darmstadtê bîranîna şehîdan
Ji bo gerîlayên şehîd Mûrat Ozdemîr û Îsmet Er li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Stenbolê li dijî du komeleyên 'faşîst' çalakiya hişyarkirinê
Li Stenbolê, li dijî du komeleyên ku tê gotin, karê 'provokatorî' û 'nîjadperestiyê' dikin, çalakiyeke hişyarkirinê ya çekdarî pêk hat. -
Yûsûf Îba rakirin nexweşxaneyê, lê tedawî qebûl nekir
Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, ji ber êşa dil, bêhntengî û êşa giran a serî rakirin nexweşxaneyê. Îba tedawî qebûl nekir û berxwedana xwe didomîne. -
Rojnamevanên Kurd serdana Yildiz û Çakici kirin
Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici 46 roj in li bajarê Den Haag ê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. Rojnamevan û nivîskarên Kurd Fûat Kav û Amed Dîcle serdana wan kirin. -
'Min zarokên xwe hînî berxwedanê kir'
Meryem Erbey ku 3 zarokên wê li girtîgehê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got, "Ez bi zarokên xwe serbilind im ku li ber xwe didin." -
Tecrîd û girtîgeh
Tecrîd ji salên 1970'î û pê ve li girtîgehan weke cezayekî giran tê bikaranîn. Li dinyayê bi hezaran kes 23-24 saetên rojê bi tena serê xwe bêyî têkiliyeke xwe ya civakî hebe li girtîgehan li hucreyan derbas dikin. -
ROJEVA 4'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Adara 2019'an. -
Li Carhaix û Salzgitterê şehîd hatin bîranîn
Şervanê YPG'ê Olivier le Chlainche yê Fransayî, gerîlayên HPG'ê yên Nîsana 2018'an li Cûdî şehîd bûn û şervanên QSD'ê yên li Dêra Zorê şehîd ketin hatin bîranîn. -
Girtiyê di grevê de axaftina wî ya bi telefonê hate astengkirin
Girtiyê bi navê Mehmet Hayme telefonî bavê xwe Şafî Hayme kir û dema ku got “Piştî 1’ê Adarê tevî 90 hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine” axaftina wî ya bi telefonê hate bidawîkirin. -
Piştî gefên Erdogan êrîş birin ser bûroya HDP'ê ya Esenlerê
Piştî gefên Erdogan û wezîrê wî Suleyman Soylu yên li ser HDP'ê, şevê dî hinan êrîş birin ser bûroya hilbijartinê ya HP'ê ya Esenler, Stenbolê. -
Seroka ESP'ê ya girtî dest bi greva birçîbûnê kir
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Çîçek Otlu, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtiye, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya 15 rojan kir. -
Li Brukselê ji bo grevên birçîbûnê çalakî pêk hat
Platforma xwedî li Leyla Guven derkeve ya Belçîkayê, li Brukselê çalakiya xwe ya destpêkê pêk anî û xwest, bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin. -
Namzetê HDP'ê Ozkal: Li Osmaniyeyê em ê bi cotkaran re bixebitin
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşedariya Osmaniyeyê Mehmet Alî Ozkal diyar kir ku ew dixwazin rêveberiyeke necihêkar ava bikin û bi cotkaran re bixebitin. -
Berxwedêrên greva birçîbûnê: Çalakiya me we bi ser bikeve
Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû ku ji bo bidawîbûna tecrîdê berî mehekê li Viyanayê dest bi greva birçîbûnê kirin, anîn ziman ku ew pê bawer in ku wê bi ser bikevin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. -
Polîsên Elman di dema destgîrkirina Tûzak de li wî dan
Berxwedêrê greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak ku doh tevlî mîtînga li Kolnê bû, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû destgîrkirin. -
ROJEVA 3'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2019'an. -
Tecrîd li gelek bajaran hate şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Mûglayê jinan Leyla Guven silav kirin
Li Mûglayê di çalakiya 8’ê Adarê de, berxwedana Leyla Guven hate silavkirin. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 727’an li hev kom bûn û li aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar pirsîn ê ku di 28’ê Sibata 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin. -
Fermandariya YBŞ-YJŞ'ê şehîdên Xanesorê bi bîr anî
Fermandariya YBŞ-YJŞ'ê, di salvegera duyan a berxwedana Xanesorê de şehîdên Xanesorê bi bîr anî, got planên dagirkeran û maşikên wan hatine pûçkirin û sala 2019'an wê bibe sala şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê dîsa serlêdan red kir.