Li Darmstadtê bîranîna şehîdan

Ji bo gerîlayên şehîd Mûrat Ozdemîr û Îsmet Er li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Gerîlayê HPG'ê Mûrat Ozdemîr (Avareş Erdal) ê ji Elmanyayê tevlî nava refên têkoşînê bû û Îsmet Er (Dijwar Agir) ê ji Swîsreyê tevlî têkoşînê bûn ku 10'ê Îlona 2018'an li Şirnexê di şerê dijî dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hate organîzekirin û bi beşdariya 100 kesî li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê pêk hat.

Bi navê KOMAW'ê Şengê Kahraman destpêkê axivî û got, "Axaftina li ser şehîdan ji bo me barekî giran e." Kahraman diyar kir ku şervanên azadiyê ji bo armanceke pîroz şehîd dibin.

'YÊN EMREK DANÎN BER PKK'Ê EW BI XWE TINE BÛN, PKK'Ê XWE GIHAND BI MILYONAN KESÎ'

Zozan Serhat bi navê Tevgera Jinên Kurd axivî û got, "PKK tevgereke gel e, partiyeke şehîdan e. Her du hevalên me ji Ewropayê tevlî bûn. Eger bixwastana wê mîna her kesî biman û bijiyan. Lê belê wan berê xwe dan çiyayên azadiyê yên Kurdistanê. Eger tevgera PKK'ê gihaştibe vê astê bi saya şehîdan e. Dewleta Tirk ji bo têkbirina vê têkoşînê çi ji dest tê dike. Yên ku emr danîn pêşiya PKK'ê ew bi xwe tine bûn, lê PKK'ê xwe gihand bi milyonan kesî."

'EGER EM HÊVIYA XWE JI DEST BIDIN, EW Ê HER TIŞT JI DEST BIÇE'

Kekê Mûrat Ozdemîr Nadîr Ozdemîr jî spasiya beşdaran kir û got, "Eger em hêviya xwe ji dest bidin, ew ê her tişt ji dest biçe. Kekê Avareş Erdal jî sala 1994'an li herêma Gabarê şehîd bû, wî jî têkoşîna kekê xwe dewam kir. Em serbilind in ji ber ku malbata şehîdan e. Em ê têkoşîna wan bidomînin."


Bavê Îsmet Er Necmettîn Er jî spasiya beşdaran kir û got, "Kurê min ê şehîd ne tenê şehîdê min e. Kurê min şehîdê gelê xwe ye. Ji bo azadiyê divê mirov bedelan bidin. Heta azadiyê em ê vê bikin."

BANGA JI BO BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û got, "Em şehîdan bi bîr tînin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê em her derê bikin qada têkoşînê. Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirina tecrîdê. Her kesên ku divê 'Ez Kurd im' divê tevlî çalakiyan bibin."