Yê ku ew ê jî vî welatî here Erdogan e

Nûnerên gel û baweriyên cihê yên di bin banê HDP’ê de li hemberî gotinên Erdogan ên nijadperest gotin ku “Yê ku divê ji vî welatî biçe, tu yî”

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê derbarê gotinên Erdogan ê ku gotibû “Heke hûn dixwazin, biçin Bakurê Iraqê li wê derê Kurdistan heye” civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîn li Hîll Otelê ya Taksîmê hate lidarxistin û nûnerên gelan û baweriyan tevlî civînê bûn.

‘NE HEDÊ KESÎ YE’

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê ji Çapemeniyê Berpirsyar ê HDP’ê Azad Bariş diyar kir ku ew Êzidî ye û malên wan û gorên wan li vê derê hene û got ku, “Ne hedê kesî ye ku van gotinan bibêje. Em ê nêhelin ku van gotinên Erdogan daristana gelan bişewitîne. Yê ku divê biçe tu yî, ne civaka Êzidî ye. Ji bo berxwedanê çi ji destê me were, em ê bikin. Em gel in lê tu tîran î. Divê tu biçî.”

‘YÊ DIVÊ BIÇE TU YÎ’

Nûnerê gelê Siryan Edîp Arslan jî diyar kir ku 95 ji sedê gelê Siryan ji neçarî ji vê axê koç kirine û got ku “Dema min li Mêrdînê nû dest bi dibistanê kiribû, hejmara me 50 hezar bû. Li Colemêrgê jî 30 hezar Siryan hebûn. Niha herî zêde 3 hezar kes li wan deran mane.”

‘EM Ê DEV JI AXA XWE BERNEDIN’

Endamê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Huseyîn Ozcan jî got ku “Heke hewce dike, kesek biçe, ew Erdogan e. Mafê tu kesî tuneye ku me biqewirîne. Em ê li ber xwe bidin û em ê dev ji axa xwe bernedin.”

Aylin Hacaloglû jî li ser navê gelê Laz jî diyar kir ku divê Erdogan têkiliyên di navbera gelan de xerab neke.

Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD) Abdulhekîm Daş jî got ku “Kurdî zimanê şaristaniyan e. Me beriya wan şaristanî dîtiye. Erdogan bi van gotinên xwe heqaretê li Kurdan dike.”