Namzetê HDP'ê Ozkal: Li Osmaniyeyê em ê bi cotkaran re bixebitin
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşedariya Osmaniyeyê Mehmet Alî Ozkal diyar kir ku ew dixwazin rêveberiyeke necihêkar ava bikin û bi cotkaran re bixebitin.
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşedariya Osmaniyeyê Mehmet Alî Ozkal diyar kir ku ew dixwazin rêveberiyeke necihêkar ava bikin û bi cotkaran re bixebitin.
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya bajarê Osmaniyeyê, Mehmet Alî Ozkal ê 63 salî ye. Ozkal piştî 36 salên mamostetiyê dest bi siyasetê kir û dixwaze xizmetê ji gel re bike.
Ozkal li navçeya Pîranê ya Amedê ji dayik bû û dema bû mamoste ji bo Edeneyê hate tayînkirin. Ozkal got, "Min 36 salan mamostetî kir. Di nava Egîtîm-Senê de jî bi rengekî çalak xebitîm. Bavê 3 zarokan im. Demeke dirêj li Edeneyê mam. Yek ji damezrînerên sendîkayê me li Edeneyê. Li nava sendîkaya em tê de bûn, me rûyê zordar ê dewletê her tim didît."
Ozkal ku niha teqawît e got, "HDP ew partî ye ku mirov dikarin xwe di nav de bi hêsanî bînin ziman. Ji ber vê yekê min xwest cihê xwe di nav de bigirim."
Ozkal li ser projeyên xwe yên ji bo hilbijartinê got, "Bi erk û berpirsyariya ku ji me re hate dayin li Osmaniyeyê bûm namzet. Eger li wir werim hilbijartin, li dijî feraseta tekperest, bêyî cihêkariya ol, ziman û nîjadê bike, em ê biryara bi gel re bidin û gel heta dawiyê tevlî rêveberiyê bikin. Gel wê bibîne ku mûxatabê sereke ew e û yekane erk di destê gel de ye. Li Osmaniyeyê ku çandinî gelekî girîng e, em ê bi cotkaran re bixebitin."