Temellî: Em naçin tu derê, em li vir in
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku heta dawî li tecrîdê neyê aramî nayê Tirkiyeyê. Temellî diyar kir ku wê gel 31’ê Adarê bersiva pêwîst bide rejîma AKP-MHP'ê.
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku heta dawî li tecrîdê neyê aramî nayê Tirkiyeyê. Temellî diyar kir ku wê gel 31’ê Adarê bersiva pêwîst bide rejîma AKP-MHP'ê.
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Bazîdê tevlî civîna partiya xwe ya bi gel re bû û peyamên girîng dan.
'HETA DAWÎ LI TECRÎDÊ NEYÊ ARAMÎ NAYÊ'
Temellî ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got ku heta dawî li tecrîdê neyê, aramî nayê Tirkiyeyê.
Temellî got, “Rejîma AKP-MHP’ê aramiya welat xirab kirin. Aştiya civakî ji holê rakirin. Çand ziman û baweriya gelan tune dihesibînin û dixwazin tune bikin. Em vê naperjîrînin. Gelên Tirkiyeyê jî vê qebûl nake.
Em ê li dijî tecrîdê bi biryardarî aştiyê biparêzin, serdestiya hiqûqê, dadweriyê biparêzin. Ji bo wê werin dawî li vê tecrîdkirina birêz Ocalan bînin. Çimkî bi tecrîdkirina Ocalan aştî, aramî û demokrasî nayê welêt.”
BERXWEDÊR SILAV KIRIN
Temellî li ser tecrîdê jî axivî, berxwedêrên ketî greva birçîbûnê silav kirin û wiha got, “Leyla Guven, ji bo dawî li vê bê edaletiyê bîne, 117 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ez ji vir di kesayetiya Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikim. Armancên berxwedêran mafdar û rewa ne, lewre divê wezareta dadê guh bide van daxwazan.”
Temellî û heyeta li gel wî bi karwanek mezin li dora navçeya Bazîdê geriya û derbasî avahiya HDP'ê ya Bazîdê bûn. Bi hezaran girseya ku dengê muzîkê bihîst, berê xwe dan karwanê. Temellî, piştî demekê ji maşînê daket û tevî girseyê meşiya avahiya HDP’ê ya Bazîdê bûn. Temellî û namzetên HDP'ê li kolanê rastî eleqeyek gelek mezin hatin. Temellî, piştî heta avahiya HDP'ê meşiya û li vir axivî. Girseyê beriya axaftina li ber avahiya HDP'ê ya Bazîdê bi def û zirneyan govend gerandin. Zarok, ciwan, jin, kal û pîr bi coşeke mezin qad dagirtin. Ewil Namzetên hevşaredarên Bazîdê Yildiz Acar û Cesîm Çakan derketin ser dikê û gel silav kirin.
Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezaî Temellî, anî ziman ku navenda Serhedê Bazîd e û wiha got: "Bazîd warê Ehmedê Xanî ye. Navenda Çanda Kurd in. Em ê jiyanê ji nû ve geş bikin.”
Temellî, da zanîn ku AKP ji aliyê 71 kesan ve hat avakirin û niha tenê 2 kes mane û wiha pêde çû: "Ew her tim dibêje yek yek. Ew niha tenê maye. Heta tecrîda Amedê ranebe, aştî, aramî û demokrasî nayê Tirkiyeyê. Em li vir Leyla Guven silav dikin. Leyla Guven rûmeta me ye. Duh parlamentera me Dêrsim Dag dest bi grevê kir. Daxwaza wê rewa ye. Ger ku ev daxwaz nayê dîtin, daxwaza aştiya civakî jî nayê ditin."
TEMELLÎ: QEYÛM KORTIK Û HERÎ YE
Temellî, bal kişand ser xizmeta qeyûm û wiha berdewam kir: "Qeyûm koncal, kortik, herî û çop e. Nelirêtî, xizanî û dizî ye. Ji bo em dawî li vê siyasetê bînin em ê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan. Wê di 31'ê Adarê de HDP bi ser bikeve. Em eê Kurd, Sunnî, Tirk û gelên dîn bînin cem hev. Êdî dema em dawî li vê zilm û zextan bînin hatiye. Di 31'ê Adarê de em ê bêjin em li vir in û biçin ser sindoqan. HDP gel e. Gel li vir e.”
Temellî, herî dawî bersîv da Erdogan û wiha got: "Em naçin tu derê. Em li vir in. Em ê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan. Em ê li her derê biçin ser sindogan. Ji ber ku em partiya Tirkiyeyê ne. “
Gel piştî axaftinê xwest demekê bi Temellî re bimeşe. Li ser daxwaza gel Temellî qasî demekê bi gel re meşiya û piştre bi karwanek mezin derbasî navçeya Giyadînê bûn.