ROJEVA 3'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Endama PAJK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin heye û got, "Tarîtî wê bi hêza berxwedanê ji holê rabe. Jinên Kurd di şerê dijî DAÎŞ'ê de ev yek nîşan dan."
- Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû ku ji bo bidawîbûna tecrîdê berî mehekê li Viyanayê dest bi greva birçîbûnê kirin, anîn ziman ku ew pê bawer in ku wê bi ser bikevin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
- Efrîn beriya ku bê dagirkirin, di nava Şoreşa Rojava de yek ji herêmên ku ji aliyê rêxistinbûna civakî ve herî xurt bû. Di mijara perwerdeyê de, ji dibistana seretayî heta zanîngehê gelekî bi pêş ketibû.
- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya bajarokê Deştadarê ya Şirnexê Mehmet Balicak got, "Gel kiryarên qeyûman jî dît, hewldanên tepisandinê jî. Lewma wê bi vî rengî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."