Seroka ESP'ê ya girtî dest bi greva birçîbûnê kir
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Çîçek Otlu, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtiye, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya 15 rojan kir.
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Çîçek Otlu, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtiye, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya 15 rojan kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu û girtiyên din ên ESP'yî ji bo destekê bidin Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevabirçîbûnê de ye, dest bi greva birçîbûnê kir. Hate gotin greva birçîbûnê wê 15 rojan bidome.