Saziyên li Wanê li ser 'grevên birçîbûnê' hişyarî dan
24 saziyên li Wanê li hev civiyan, hişyarî dan ku grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û ji gel xwestin ku xwedî li çalakiyan derkevin.
24 saziyên li Wanê li hev civiyan, hişyarî dan ku grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û ji gel xwestin ku xwedî li çalakiyan derkevin.
24 rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li Wanê li hev civiyan û li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyeke hevpar dan. Saziyan li avahiya Platforma Şaxên KESK'ê daxuyanî dan.
Li ser navê saziyan Hevserokê TUHAY-DER'ê Onder Sogukbulak daxuyanî da. Sogutbulak bi bîr xist ku berê gelek kesên ketin greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan û ev yek fikarên wan zêde dike. Sogukbulak got: "Her roj, rojev tên guhertin û wekî ku tiştek nebûbe hikûmet bêdeng e. Tu tişt ji jiyana mirov bi qîmettir tune ye. Em carek din tînin bîra mirovan."
10 HEZAR GIRTIYÊN SIYASÎ DI GREVÊ DE NE
Sogukbulak destnîşan kir, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê Ocalan ji mafê xwe yê bi zagonan hatiye parastin û mîsogerkirin sûdê nagire û wiha got: "Birêz Leyla Guven, ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê bi zagonan hatiye parastin û mîsogerkirin sûdê bigire dest bi grevê kiriye. Ji bo hiqûq pêk bê 117 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi heman daxwaze li girtîgehên Komara Tirkiye jî 330 girtî 79 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdveger de ne. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde 10 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ger ku em bêdeng bimînin em ê bibin şahidê mirinan. Wê wîcdanê me birîn be. Em ê bibin nifşekî bibin şirikê mirinan. Divê daxwazên girtiyan û çalakgrên girevê ji aliyê Wezareta Dadê û hikûmetê ve bê dîtin û hikûmet daxwazên wan esas bigire.
DAXWAZÊN 24 SAZIYAN
"* Divê li gorî rêgezên sinc û pîvanên gerdûnî û neteweyî tevbigerin û bi rêk û pêk tenduristiya girtiyan kontrol bikin. Divê heyeta serbixwe ji bo muayineyê biçe girtîgehan çavdêriyê bike.
* Ji bo çalakger seqet nemînin, divê teqez pêdiviyên av, xwê, şekir û karbonat û vîtamina B1 bidin wan. B1 nebe jî divê kompeksa Vîtamînê B bidin girtiyan.
* Ji bo çalakgerên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin, divê hemû gavên mirovî bên avêtin.
* Divê desthilatdariya siyasî ji bo daxwazên Leyla Guven û hemû girtiyên din pêk bê û kes jiyana xwe ji dest nede, ji niha ve berpirsiyariya xwe pêk bîne.
Nûnerên saziyan bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Leylayê" dawî li daxuyaniyê anî.
Saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniya hevpar: TUHAYDER, KCD, Egitim Sen a Wanê, Tum-Bel-Sen a Wanê, Yapi Yol-Sen a Wanê, Haber Sen a Wanê, SES'a Wanê, Tarım Orkam-Sen a Wanê, BES a Wanê, BTS a Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, TÎHV, MEYADER, TJA, DİSA DER, HDP'a Wanê, DBP'a Wanê, EMEP'a Wanê, ESP'a Wanê, Partiya Azadiya Însanî, DİSK/Genel-Îş, Odeya Tabiban a Wan-Colemêrgê, ÎHD'a Wanê, Partiya Karkeran a Tirkiye.