Tecrîd li gelek bajaran hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê daketin qadan, xwedî li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê derketin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryyaê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Herrengasseyê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan û bal kişandin ser daxwaza çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Ocalan. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEY-KOM'ê Halîs Sever li cihê çalakiyê axivî û diyar kir, gelê Kurd wê bêdengî û xemsariya saziyên Ewropayê qebûl neke.

LÎNZ: li bajarekî din ê Awûstûryayê li Lînzê jî Kurdistanî li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan. Çalakî HBF a Lînzê pêk hat û bi pankart û belavokan işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan gelek çepgir, sosyalîst û anarşîstên Awûstûryayê û Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel li Heldenplatzê li hev civiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê û daxuyaniyê, heta Westbahnhof a Viyanayê meşiyan. Çalakgeran ji bo xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê bang kirin.

MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi beşdariya du sed hezar kesî li dijî nîjadperestî û faşîzmê meşek hate lidarxistin. Kurdistanî jî tevlî meşê bûn û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Heta ku faşîzm û tecrîd biqede, azadî ji Ocalan re" vekirin û belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû li dijî faşîzmê ne", "Viva Ocalan", "Viva Kurdistan" hatin hildan.

KOPENHAGEN: Tecrîdkirina Ocalan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi meşekê hate şermezarkirin. Meş li Vesterbros Torvê dest pê kir û Kurdistanî bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" meşiyan.

LA ROCHELLE: Li bajarê La Rochelle yê Fransayê, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Gigrseya gel li Vieux Port la Rochelleyê li hev civiyan û heta Place Gabutê bi qîrîna dirûşman meşiyan. Li qada mîtîngê axaftin hate kirin û qisekeran gotin, "Yê ku li dijî DAÎŞ'ê bi ser ket Trûmp nîne, Ocalan e." Her wiha hate destnîşankirin ku azadiya Ocalan wê bibe azadiya Kurdistanê.