Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 727’an li hev kom bûn û li aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar pirsîn ê ku di 28’ê Sibata 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê cara 727’an li hev kom bûn û li aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar pirsîn ê ku di 28’ê Sibata 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê bi armanca ku li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 727'an de xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê dîsa rastî astengiya polîsan hatin û çalakiya xwe li kolana ber avahiya ÎHD'ê berdoewam kirin. Polisan dîsa wekî her hefte kolana ÎHD’ê dorpêç kirin û Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê yên di bin dorpêça polîsan de li kolana ÎHD'ê kom bûn, tîşortên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin. Dîsa wêneyên xizmên xwe yên winda hildan. Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, dîroknas Erdogan Aydin û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar pirsîn ê ku di 27'ê Sibatê 1994'an piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin. Li vir Fatma Kaya ji bo kalikê xwe Ahmet Kaya yê di sala 1996'an de li Basa hat qetilkirin helbest xwend.
‘RÊYA AZADÎ Û EDALETÊ DI HEQÎQETÊ RE DERBAS DIBE’
Vê hefteyê Besna Tosûn daxuyanî xwend a ku keça Fehmî Tosûn e yê ku di sala 1995'an de hat windakirin. Tosûn, anî ziman ku civaka ku çavê xwe ji rastiyê re girtibe, nikare bigihêje azadî û edaletê û wiha got: "Ji ber ku rêya azadî û edaletê di rêya heqîqetê re derbas dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo heqîqetê rûmet e û erka me tevan e. Menekşe Aydinlar 25 sal in bi heviya ji kurê xwe yê digot “Roniya çavê min e" agahî jê bistîne dijî. Menekşe ji me re digot “Tişta li me tê kirin zilm e. Dewletê got 'Kurê te fîrar kiriye' Min bawer nekir. Ger ku fîrar kiribûya wê rojekê bi dizî bihata malê. 7 salan xew neket çavê min. Ji bo denge van mirovan bigihêje mirovên din em hatin li vir kom bûn. Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê Polîsên TEM'ê yê Încîrlî yê Bakirkoyê ve hat destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Gayrettepeyê. 7 rojan destgîrkirina Cuneyt înkar kirin. Di 27'ê Sibata 1994'an de qebûl kirin ku hatiye destgîrkirin. Lê dema 14 kesên hatin destgîrkirin û sewqî dozgeriyê kirin Cuneyt ne di nava wan de bû. Kesên hatin girtin di 17'ê Adara 1994'an de bi rêya parêzerên xwe agahî dan û diyar kirin ku Cuneyt Aydinlar di 20'ê sibata 1994'an de hatiye destgîrkirin û heta 2'ê Adara 1994'an jî bi hev re destgîrkirîbûn. Diyar kirin ku ger tiştek hatibe serê Cuneyt Midûriyet TEM'ê ya Gayrettepe berpirsiyar e.”
Tosûn, ani ziman ku gelek kes bûne şahid ku îşkenceyek giran li Cuneyt hatiye kirin û ji ber îşkenceya giran Cuneyt nikaribû bimeşe: "Lê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, herî dawî diyar kiriye ku wan Cuneyd di 28'ê Sibata 1994'an de birine Çûkûrcûma ya Beyoglû û Cuneyt ji wir reviyaye. 25 sal in em dixwazin edalet pêk bê. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Em ji bo Cuneyt Aydınlar edaletê dixwazin”
’25 SAL IN EM TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNIN’
Piştre birayê Aydınlar Emrah Aydinlar diyar kir ku 25 sal in ji bo windayan bibînin têdikoşin û wiha got: "Qada Galatasarayê êdî bûye goristana me. Em ê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin.
727 hefte ye em kom dibin û li windayan digerin. Dewlet her dem dixwaze me bi êşê terbiye bike. Gotin reviyaye. Lê Cuneyt ji ber îşkenceya giran nekarîbû bimeşiya. Dayika min 7 rojan li ber deriyê malê rûnişt. Got wê Cuneyt bê. Em ê têkoşîna xwa ya li Qada Galatasaraye berdewam bikin."