Berxwedêrên greva birçîbûnê: Çalakiya me we bi ser bikeve

Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû ku ji bo bidawîbûna tecrîdê berî mehekê li Viyanayê dest bi greva birçîbûnê kirin, anîn ziman ku ew pê bawer in ku wê bi ser bikevin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Berxwedana greva birçîbûnê ya Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê mehek li pey xwe hişt. Welatiyên ku dixwazin destekê bidin Yîgît û Agaoglû serdana wan dikin. Pismamê Şiyar Agaoglû yê ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate serdana wî, bi bîr xist ku grevên birçîbûnê gihîştine asta krîtîk.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şiyar Agaoglû diyar kir ku rewşa wan a tenduristiyê zêde ne girîng e, ya girîng bidawîbûna tecrîdê ye. Agaoglû got, "Dengekî ji Rêbertî bê, wê bibe wesîleya aştiyê. Em çalakiya herî mesûmane dikin. Xemsariya raya giştî, çapemenî û lîderên dinyayê li pêşberî komkujiyên li gelê Kurd tê kirin, xemsariya wan a li pêşberî tecrîdê ne ya qebûlkirinê ye. Daxwaza me daxwazeke însanî ye."

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ KIRIYE KU DEWLETA TIRK PAŞVE GAVÊ BIAVÊJE

Agaoglû spasiya kesên tên serdana wan kir û anî ziman, beriy aniha nûnerên Yekîtiya Hêzan a Demokratîk, Aldar Xelîl û welatiyên Awûstûryayê serdana wan kirin. Agaoglû diyar kir, kêm be jî wan bala raya giştî kişandin ser tecrîdê û got, "Lê belê heta niha tecrîd bi dawî nebû, ev yek ji bo me jî kêmasî ye. Sala 2012'an di roja 65'an a çalakiya greva birçîbûnê de me tecrîd şikandibû û hevdîtin bi Rêbertî re hatibû kirin."

Agaoglû berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û anî ziman, dewleta Tirk niha tengav bûye: "Eger tiştek bi kesî were, wê dewleta Tirk jê berpirsyar be. Ez pê bawer im ku wê bike ku dewleta Tirk paş ve gavê biavêje, ji ber ku çalakî her mezin dibe. Li girtîgehan bi dehan hezar kesî dest bi greva birçîbûnê kirin ku ev yek wê dewleta Tirk bêhtir tengav bike. Ev yek berxwedaneke mezin e. Di dîroka me de grevên birçîbûnê kiriye ku dewleta Tirk paş ve gavê biavêje. Em jî pê bawer in ku em ê bi ser bikevin û tecrîdê ji holê rakin."

'BERÎ KU ŞEHADET RÛ BIDE, DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARIYA XWE RABE'

Sûltan Yîgît jî berxwedêr û kesên piştgiriya wan dikin silav kir û anî ziman, çalakiya wan bi moral dewam dike. Yîgît got, "Meheke em li navenda Ewropayê li Viyanayê çalakiya greva birçîbûnê dikin. Divê dewlet û raya giştî ya vê derê bifikire bê em çima vê çalakiyê dikin? Eger li ser vê nefikirin û bûyereke neyînî biqewime, ew ê jî berpirsyar bin. Ji ber ku 3 sal in em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ne parêzer, ne jî malbat nikarin wî bibînin.

CPT ku saziyeke Ewropayê ye wezîfeya xwe bi cih nîne. Yek ji daxwazên me jî ew e ku gel û hikumeta Awûstûryayê bêdeng nemînin. Divê saziyên mafên mirovan ên Awûstûryayê bikevin nava liv û tevgerê. Beriya her tiştî divê werin li daxwazên me guhdarî bikin. Em ji vê derê bang dikin ku êdî bi wezîfeya xwe rabin û dengê me bibihîzin. Eger ev bibe wê tecrîd ji holê rabe. Lê eger ev bêdengî dewam bike, ew ê jî ji rewşeke neyînî berpirsyar bin. Ji ber ku li ser mafên mirovan dixebitin, lê belê mirovên bedena xwe dane ber mirinê nabînin.

Daxwaza min ji gelê Kurd jî ew e ku bêje 'Êdî bes e'. Serdan tên kirin, mîtîng, çalakî tên lidarxistin, lê kêm in. Divê çalakî bên xurtkirin. Yekane rojeva me divê grevên birçîbûnê û bi dawîbûna tecrîdê be. Bi vî rengî em dikarin tecrîdkirina Rêberê xwe bi dawî bikin û ev yek jî wê rê li ber azadiya Kurdistanê veke. Pêwîste her kes li ser vê bingehê nêzî mijarê bibe. Berî ku şehadet rû bide, divê gel rabe ser piyan û berpirsyariya xwe bi cih bîne."