Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê dîsa serlêdan red kir.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê dîsa serlêdan red kir.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bikin bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan. Lê serdozgerê Komarê yê Bûrsaye dîsa serlêdana malbatan red kir.
Heri dawî Mehmet Ocalan di 11'ê îlona 2016'an de carekê û di 12'ê Çileya 2019'an de carekê bi Ocalan re hevdîtin kir.
SERLÊDANA PARÊZERAN HAT REDKIRIN
Li aliyê din ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin cara 794'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran cara 794'emîn red kir.
Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.