ROJEVA 4'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Tecrîd ji salên 1970'î û pê ve li girtîgehan weke cezayekî giran tê bikaranîn. Li dinyayê bi hezaran kes 23-24 saetên rojê bi tena serê xwe bêyî têkiliyeke xwe ya civakî hebe li girtîgehan li hucreyan derbas dikin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir, DAÎŞ neqediya ye, lê projeya dewletê tasfiye bûye û got, "Heta ku AKP hebe DAÎŞ naqede. Yê ku DAÎŞ'ê û çeteyên din xwedî dike Erdogan e."
- Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez got, "Sekna gel a li dijî qeyûman eşkere ye, bi hilbijartinê re em ê qeyûman hemûyan ji bajarê xwe biavêjin."
- Meryem Erbey ku 3 zarokên wê li girtîgehê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got, "Ez bi zarokên xwe serbilind im ku li ber xwe didin."
- Beriya ku Efrîn bê dagirkirin 50 hezar xwendekar lê hebûn. Beşek ji xwendekaran piştî dagirkirinê li Şehbayê ne. Tevî derfetên kêm jî perwerdeya xwe ya bi Kurdî didomînin. Xwendekaran qala dema rejîmê, pêvajoya dagirkeriyê û piştî wê kirin.
- Hejmara Adarê ya rojnameya Newaya Jin derket ku ji sala 2005'an û vir ve li Ewropayê bi mehane tê weşandin.
- Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê li çiyayên azad ên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin.
- Elmanya ji bo DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên saxî ketine destê YPG'ê nebe, bi bayê bezê qanûnan diguherîne. Hevparên hikumetê li hev kirin ku DAÎŞ'iyên xwedî cotwelatiyê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin.