Li girtîgeha Bandirmayê gardiyanan êrîşê berxwedêran kir!
Li Girtîgeha a Tîpa T, Hejmar 1 a Bandirmayê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin ên di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha a Tîpa T, Hejmar 1 a Bandirmayê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin ên di greva birçîbûnê de ne.
Hate ragihandin ku gardiyanan êrîşî girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1’ê kirine û ew derb kirine. Bilal Alantar, Berdan Alantar ên xizmê girtiyên ketî greva birçîbûnê, ragihandin ku çûne hevdîtinê û girtiyan ragihandiye ku ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin.
'GARDIYANAN ÊRÎŞ KIR'
Birayê Berdan Alantar bi rêya telefonê ragihand ku ji ber li dijî serjimariya li ser piyan derketine gardiyanan êrîşî wan kiriye û di vê êrîşê de girtiyê bi navê Hasip Kaplan birîndar bûye.
Her wiha birayê Alantar ragihand ku hevalê wan ê bi navê Omer Dorudemir dema derketiye ji malbata xwe re telefonê veke, ji hêla gardiyanan ve di korîdorê de hatiye derbkirin û rastî dijûn û heqaretê hatiye.
'HEKE ÊRÎŞ BIDOMIN...'
Alantar anî ziman ku birayê wî 30 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got, "Em malbatên girtiyan ji xwe ji ber grevê di nav fikaran de ne. Em xwedî li vê sekna wan a bi rûmet derdikevin. Ev êrîş nîşaneyên rejîma faşîst in. Heke ev êrîş bidomin, em jî amade ne ku bikevin greva birçîbûnê."