Li Stenbolê li dijî du komeleyên 'faşîst' çalakiya hişyarkirinê

Li Stenbolê, li dijî du komeleyên ku tê gotin, karê 'provokatorî' û 'nîjadperestiyê' dikin, çalakiyeke hişyarkirinê ya çekdarî pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li navçeyên Gazîosmanpaşa û Eyyupê yên Stenbolê dawiya meha Sibatê li dijî du komeleyan çalakî hate kirin.

Komên bi navê "Tîmên tolhildanê yên Ş. Xebatkar û Ş. Arjîn" û "Tîmên tolhildanê yên Ş. Îslam û Ş. Roza" berpiryariya çalakiyê li xwe girtin.

Her du koman bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku faşîstan bi rêya wan komeleyan hewl dane saziyên demokratîk bikin hedef û ji ber vê yekê ji bo hişyarkirinê çalakî hatiye pêkanîn.

Li gorî daxuyaniyê, 26'ê Sibatê gule li komeleya "Trabzonlular" a li taxa Karadenîzê ya navçeya Gazîosanpaşayê hatiye reşandin. Di dema çalakiyê de komele vala bû.

Hate ragihandin çalakiya duyemîn jî 28'ê Sibatê ji bo hişyarkirinê gule li komeleya "Giresunlular" a li taxa Yeşîlpinarê ya li navçeya Eyupê hatiye reşandin. Hate gotin, di dema çalakiyê de komele vala bû.