Li Mûglayê jinan Leyla Guven silav kirin

Li Mûglayê di çalakiya 8’ê Adarê de, berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Mûglayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Qada Yalikavakê ya Bodrûmê şahiyek li dar xistin. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay û namzetên endamên meclîsa şaredariya Mûglayê yên HDP’yî tevlê bûn.

‘BI RABÛNA TECRÎDÊ RE WÊ ARAMÎ WERE’

Hevseroka HDP’ê ya bajêr a Mûglayê Belgîn Koç diyar kir ku ew di 25’ê Sibatê de çûne serdana Leyla Guven û got ku, “Em hêzê ji berxwedana Leyla werdigirin.” Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Adale Aydin jî got: “Heke tecrîd rabe wê rêya aştiyê vebe û ew ê aramî were.”

Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî diyar kir ku ew ê bersiva pêwist di 31’ê Adarê de bidin. Gunay bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên berxwedêrên zindanan, daxwazên wan e.