Piştî gefên Erdogan êrîş birin ser bûroya HDP'ê ya Esenlerê
Piştî gefên Erdogan û wezîrê wî Suleyman Soylu yên li ser HDP'ê, şevê dî hinan êrîş birin ser bûroya hilbijartinê ya HP'ê ya Esenler, Stenbolê.
Piştî gefên Erdogan û wezîrê wî Suleyman Soylu yên li ser HDP'ê, şevê dî hinan êrîş birin ser bûroya hilbijartinê ya HP'ê ya Esenler, Stenbolê.
Kesên nasnameya wan nediyar, duh bi şev êrîş birin ser buroya hilbijartinê HDP’ê ya Esenlerê. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”
Kesên nasnameya wan nediyar, dun bi şev êrîş birin ser buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Esenler a Stenbolê kirin. Kesên ketin hûndirê buroyê, hemû al û pankartên buroyê qetandin. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”
Alphan, diyar kir ku ew ê debarê êrîşê de serlêdanên pêwîst bikin û wiha domand: “Qeydên kamereyan hene. Me ev rewş ji ewlekariyê ragihand. Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser me, em ê saet 17.00’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li welatiyên xwe dikin ku bên beşdarî daxuyaniyê bibin.”
Bi destpêkirina xebatên hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê re, Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê wî Suleyman Soylu her roj gefê li HDP'ê, HDP'yiyan dixwin. Herî dawî duh Erdogan gotibû, bila 6 milyon kesên ku dengê xwe dane HDP'ê ''welêt biterikînin''. Balkêş e, piştî gefên Erdogan, hê 10 saet di ser re derbas nebûyî, şevê dî êrîş çû ser bûroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Stenbolê.