ROJEVA 25'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê darê wê were şopandin.

- Girtiyên PKK û PAJK'ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û careke din diyar kirin, heta ku daxwazên wan bi cih werin anîn wê berxwedana xwe bidomînin.

- Akin Bîrdal nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê da û got, "Divê êdî wijdan hişyar bibe, divê her kes vê qîrînê bibihîze."

- FED-MED'ê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, banga tevlîbûneke girseyî kir.

- Endamê Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê îro dest bi greva birçîbûnê dike ku wê sê rojan bidome.

- Bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê, wê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber avahiyên saziyên Yekîtiya Ewropayê bi çalakiya rûniştinê ya ji 5 rojan were şermezarkirin.

- Ferzad Sêdar ku berî 6 salan tevlî nava refên PKK'ê bû, gerîlayekî helbestvan e. Ferzad Sêdar dibêje, nivîsandin lêgerîna wî ya azadiyê xurtir dike.