Li Wanê ji bo girtiyên siyasî meşek hate lidarxistin
Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê piştî çalakiya fedaî ya girtiya siyasî Zehra Saglam meşeke girseyî li dar xist.
Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê piştî çalakiya fedaî ya girtiya siyasî Zehra Saglam meşeke girseyî li dar xist.
Li Elmanyayê Ûgûr Şakar, li girtîgehan jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û herî dawîn jî Zehra Saglam çalakiyeke fedaî li dar xistibûn.
Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê yên Wanê, parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, çalakgerên TJA û Dayîkên Aştiyê jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyaniya çapemeniyê xwend û got ku “20 sal in li Îmraliyê zagonên dewletê û hiqûq tên binpêkirin. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan li her dera cîhanê û li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Çalakiya Leyla Guven di roja 137’an de didome. Herî dawîn parlementerên me Tayyîp Temel, Mûrat Sarisaç û Dêrsim Dag jî di 3’ê Adarê de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne. Polîtîkaya tecrîdê li girtîgehan dibe sedema mirinan. Zulkuf Gezen û Ayten Beçet ji bo gel ji bin tecrîdê derkevin, dawî li jiyana xwe anîn. Gezen û Beçet rûmeta me ne. Em sozê didin ku em ê têkoşîna wan a demokrasî û azadiyê bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ dest bi meşê kir. Meş li pêşiya buroya hilbijartinê ya Bostanîçî dest pê kir û heta nava taxê domiya.