Ji bo Namaz konê sersaxiyê hate danîn
Li Biryargeha MLKP Rojava ji bo Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz konê sersaxiyê hate danîn.
Li Biryargeha MLKP Rojava ji bo Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz konê sersaxiyê hate danîn.
Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) di êrîşa bombeyî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, ji bo Namaz konê sersaxiyê li Biryargeha MLKP Rojava hate danîn.
Fermandarên YPG, YPJ, nûnerên saziyan û gelê Rojava beşdarî konê sersaxiyê bûn.
Li konê sersaxiyê axaftin hate kirin û hate gotin ku têkoşîna Bayram Namaz têkoşîna ji bo mirovahiyê bû.
Di axaftinan de hate gotin ku di serketina Şoreşa Rojava de kedeke mezin a Namaz heye û ev tişt hatin gotin; “Li Rojava di rojekî ku dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser xaka Rojava de, şehadeta Namaz a di êrîşeke nemerdî de, da nîşandan ku komunîstên ku di şoreşa Rojava de têdikoşin di rêya rast de ne.”