Gerîla Abdullah Salman li Halmstadê hate bîranîn

Gerîla Abdullah Salman (Dijwar Zerdeşt) ku par 21'ê Adarê di êrîşa artêşa Tirk de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Halmstad ê Swêdê hate bîranîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Lehûn Lehûnî, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skåneyê Ferhan Ruhayî û  bi navê malbatên şehîdan Ahmet Rojava li bîranînê axivîn. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurdan.

Her wiha Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin û diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê piştgiriyê bidin berxwedêran.

Gelek Kurdistanî jî tevlî civîna bîranînê bûn.