Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî Bajaroka Akpazar a Dêrsimê derbasî Dêrsimê bû. Temellî li Dêrsimê tev li mîtîngê bû. Dema Heyeta HDP'ê derbasî Dêrsimê bû, karwana wan gelek caran ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Karwana ji sedan maşîneyan pêk dihat, piştî ket nava bajar gel silav kirin. Piştî karwana HDP'ê gihişt Qada Seyîd Riza bi coşek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Ligel Temellî, nûnerên HDP, KCD, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partizan, DDKD û rêxistinên civakî jî amade bûn û gel silav kirin. Bi hezaran welatiyên Dersîmê tevî berfa zêde bi alên HDP'ê qada mîtîngê neqişandin û bi rengan xemilandin. Dema Temelî gihişt qadê girsa di bin berfê de sekinîbû bi yek dengî dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Ewil Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger derketin ser otobusê û gel silav kirin. Girsê pankarta mezin a "Dersim ya mao" vekir û bersîv dan namzetan. Namzetê Yekîtiya Hêza Şoreşger ê Dersimê Hidir Demîr, "Dikarin seferê bi ser Dêrsimê bikin, lê tu car nikarin bi ser bikevin. Em ê şaredariyê bi meclîsa gel û vîna gel bi rê ve bibin. Gelê Dêrsimê wê di 31'ê Adarê de vîn û hêza xwe nîşan bide."
‘DÊRSIM YA MAO’
Namzeta Yekîtiya Hêza Şoreşger Nûrşat Yeşil jî Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl ên qeyûm tayînî şûna wan kirin û niha girtî ne silav kir û got: "Dêrsim ya mao.”
Piştre nûnerê Partîzan Yûsûf Topçû jî diyar kir ku axa Dêrsimê pir zilm dîtiye û divê êdî xwe ji vê zilmê rizgar bike. Wekîlê Serokê Giştî yê ESP Şahîn Tumuklu jî wiha got: "Ger ku em li hemberî zilma qeyûm bêdeng bimînin şerm e. Em Yekîtiya Hêza Şoreşger dê dawî li vê hişmendiyê bînin. Di 31'ê Adarê de teqez em ê bi ser bikevin." Cîgîrê Serokê Giştî yê EMEP'ê Mehmet Turkmen jî bang li Gelê Dêrsimê kir û xwest hemû gelê Dêrsime li dijî qeyûman hêza xwe bike yek û di 31'ê Adarê de bersiveke baş bidin.
HEVSEROKÊ DBP’Ê ARSLAN: EM Ê BI SER BIKEVIN!
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî bi hezaran kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê silav kir û wiha got: "Em dixwazin di mîtînga piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya serkeftinê de biaxivin. Em ê di hilbijartinê de bersiveke baş bidin. Em ji niha de serkeftina we pîroz dikin."
TEMELLÎ: TECRÎDÊ EV WELAT TÊK BIR
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku wî Hevşaredarên Dêsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Ali Bûl û şaredara berê Edîbe Şahin li girtîgehê ziyaret kirine û silavên wan anîne. Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 137 roj in, di grevê de ye. Em hewl didin deng tev li dengê berxwedana wê bikin. Li vî welatî hiqûq nemaye. Siyaseta demokratîk tar û mar bûye. Bê edaletî belav bûye. Yên hêza xwe ji tecrîda mutlaq digirin, xwestin vî welatî bi tecrîdê bi rê ve bibin. Xwestin îktîdara xwe bi tecridê bidominin. Lê polîtikaya tecrîdê ev welat têk bir. Ji ber vê yekê em dibêjin dawî li vê tecrîdê bînin. Demek berî demekê bila parêzer û malbat bi rêk û pêk biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Berpirsiyarê van mirinan Wezîrê Dadê ye. Guhenê van kesan di stuyê wezîrê dadê de ye. Wezîrê Dadê yê vî welatî 137 roj in sûc dike. Êdî divê her kes deng bidin dengê çalakgerên di grevê de. Em carek din bang li wezîrê dadê dikin. Bila êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê 3 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Demek berî demekê gav bavêjin. Mirinê nekin amûrê hilbijartinê." Bi hezaran axaftina Temllî bi dirûşmeya "Şehit namirin" qut kir.
Temelli, anî ziman ku îktîdar li şûna pirsgirêkên civakê guhdar bike her tim civakê perçe dike û berberiyê dixe nava civakê û wiha bi dawî kiriye: "Îktîdar hatiye vî halîe ku ji bo 20 milyon mirovên vî welatîe dibêjin biçehime biçin. Em naçir tu deran. Di 31'ê Adarêde hûnê biçin. HDP ne terorîst e. Wekî Dersimê li hemû Tirkiye mirovan mil daye hev."
Temellî, bal kişand ser pankarta "Yê Mao" ya HDP'ê ji û wiha bi dawî kir: "Wekî ku Maovani tiştekî xerab e nîşan didin. Di jiyana xwe de pirtûk nexwendine. Nasname û zimanê me înkar dikin û bê şert dibêjin 'Em dengê birayên xwe yên Kurd dixwazin'. Em jî dibêjin ji Kurdan deng ji we re tune. Em bawer dikin ku yek deng wê reng û ruyê Tirkiye biguherîne. Em eê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Dersim Yê Mao."
Piştî axaftina Temellî Koma Vardiya stran stra û mitîng bi stranan bi dawî bû.