Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ayten Beçet, li girtîgeha Gebzeyê çalakiyeke fedaî pêk anîbû. Piştî wê polîsên rejîma AKP’ ê cenaze bi awayekî korsantî revandibû û li Dîlokê veşartibû.
Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatimogullari, Ridvan Turan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Ayşe Acar Başaran, Omer Ocalan, Mahmut Togrul, Kemal Pekoz ile Nusrettin Maçin û rêveberên HDP’ê yên Dîlok, Mersîn û Edeneyê gelek kes li avahiya HDP’ê ya navçeya Şahîbey a Dîlokê li hev civiyan û xwestin biçin konê sersaxiyê û ji bo Ayten Beçet daxuyaniyê bidin.
Girseyê wêneyeke ku li ser, “Ayten Beçet nemir e!” nivîsî hilgirtin û xwestin bimeşin lê belê rastî benda polîsan hat.
Dema wekîlê HDP'ê Mahmut Togrul daxuyanî dixwend, polîs gef li girseyê xwar ku wê êrîş bike.
Lê belê Togrul, axaftina xwe domand û bertek nîşanî polîtkaya dewletê ya ku ev 20 sal in li Îmraiyê tecrîdê pêk tîne, da.
Togrul ji gel xwest ku di derbvarê grevên birçîbûnê de bihîstiyartir be û got, “Her ku diçe gerevên birçîbûnê encamên dilsoj derdixe holê. Ayten Beçet bi çalakiyeke fedaî ji bo dawîlêanîna tecrîdê, dawî li jiyana xwe anî. Lewre divê raya giştî di derbarê grevên birçîbûnê de bihîstiyartir be.
Divê bêyî ku zêdetir rê li ber mirinan veke, divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Divê rayedarên dewletê demildest guh bidin vî dengî û pêşî li mirinan bê girtin û li xaka me dawî li mirin û hêsrê çavan bê. Ji bo wê divê tecrîd bê rakirin.”
Wekîl û girse bi hev re ber bi konê sersaxiyê ve ketin rê lê belê dîsa polîsên Tirk pêşî li girseyê girt û xwest meşa girseyî asteng bike. Lê belê girseyê bi tilîliyan benda polîsan derbas kir û bi dirûşmeyên “Şehît namirin” û “Bijî berxwedan zindanan” meşiyan.
Polîs xwest pêşî li girseyê bigire û çend kesan destgîr bike lê belê girseyê destûr neda û meşa xwe bi tilîlî û dirûşmeyan domand. Girse gihişt konê sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwest.