Bûldan: Qedera Stenbolê wê HDP diyar bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya Stenbolê. Bûldan got ku “Em partiyeke wisa ne ku, em dikarin li Stenbolê qedera hilbijartinê diyar bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya Stenbolê. Bûldan got ku “Em partiyeke wisa ne ku, em dikarin li Stenbolê qedera hilbijartinê diyar bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tevlî pîrozbahiya Newroza li Stenbolê bû.
Bûldan diyar kir ku li Amedê bi milyonan kesan qîriyane ku dem dema aştî û wekheviyê ye.
DI 31’Ê ADARÊ DE EM DERSEKE MEZIN BIDIN WAN
Bûldan got ku “Em li pêş bi milyonan kesan sozê didin. Em welatê azad ê di xeyalên Kemal Kûrkût, Berkîn Elvan û Ûgûr Kaymazan ava bikin. Di dîrokê de serfirazî her dem ên berxwedêran e, ên gelên hejar û kedkaran e. Em gelên mazlûm em ê di 31’ê Adarê de derseke mezin bidin wan. Cenazeyê çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku çalakiyên fedaî dikin, tên revandin. Yên ku ji me re dibêjin bê îman in her roj olê ji siyaseta xwe re dikin amûr.”
Bûldan qala girîngiya Stenbolê kir û got ku “Stenbol bajarekî girîng e, yên ku li Stenbolê bi ser bikevin wê li Tirkiyeyê bi ser bikevin. Ji bo şaredariya bajarê mezin a Stenbolê me namzet nîşan neda. Li hin navçeyan namzetên me hene lê ji bo şaredariya bajarê me, ji bo serkeftina yekîtiya hêza demokrasiyê me taktîke wisa pêk anî. Li Stenbolê em ê qedera hilbijartinê diyar bikin. Hûn baş dizanin ku hûn ê dengê xwe bidin kê. Di 31’ê Adarê de divê bi giyanê Newrozê em biçin ser sindoqan. Her dengek ji bo edalet û demokrasiyê ye. Her deng ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û ji bo rêhevalên me yên li girtîgehan e. Divê parastina sindoqan û muşahadî jî peywira me ya yekemîn be.”
‘TECRÎD DIVÊ WERE RAKIRIN’
Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got ku “Divê tecrîd were rakirin. Rêzdar Ocalan her dem ji bo aştiya welat tevkarî kir. Ranekirina tecrîdê tê wateya mehrûmbûna ji azadî û demokrasiyê. Ez li vê derê bang li rêhevalên me dikim yên ku di çalakiyên greva birçîbûnê de ne. Ji bo jiyana we em ê her tiştî bikin, çi ji destê me were, em ê bikin. Wê Leyla Guven û Sebahat Tûncel bijîn.”