Ji bo endamê Biryargeha Navendî yê MLKP û Nûnerê MLKP’ê yê Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku 23’ê Adarê di encama êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbû, li Serêkaniyê konê sersaxiyê hate danîn. Li konê sersaxiyê ji bo Bayram Namaz merasîma bibîranê hate lidarxistin.
Li konê sersaxiyê wêneyê endamê Biryargeha Navendî yê MLKP û Nûnerê MLKP’ê yê Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) û alên MLKP, MLKP/KKO hate daliqandin. Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Îradeya Gelan, ji Tevgera Wejdî Sadûn Xalîd Îbrahîm, fermandarên YPG, YPJ’ê, tevgerên şoregşer ên Tirkiyeyê DKP/BOG, DKP/Yekitî, TÎKKO, TKEP/L, nivîskar û rewşenbirên komunîst beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre têkildarî jiyana Bayram Namaz axaftin hate kirin. Li aliyê din li bajarê Dirbesiyê û Qamişlo li Saziya Piştevanî û Yekitiya Gelan konê sersaxiyê hate danîn.
FRANKFÛRT
Ji bo Bayram Namaz li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Merasîm di şexsê Baran Serhat, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar, Zehra Saglam û şervanê TÎKKO Lorenzo Orsettî de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre daxuyaniya MLKP Kurdistan hate xwnedin. Piştre gorara Bayram Namaz ku sala 2012’an dema girtî nivîsandî hate xwendin û qala têkoşîna Namaz a ji çapemeniya Sosyalîst heta şoreşa Rojava hate kirin.
Merasîm bi dirûşmeyea “Şehîd namirin, MLKP şer dike” bi dawî bû.