Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Stravropol ê Federasyona Rûsyayê, li paytexta Kazakîstan Almati û li peravên Okyanûsa Pasîfîk a li eyaleta Kalîforniya ya DYE'yê dewlet hate pîrozkirin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît jî tevlî çalakiyê bûn. Yîgît diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di astekê de ku mirov nikare xwe lê rabigire û diyar kir, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin. Agaoglû jî da xuyakirin ku ne tenê Ocalan lê tevahiya gelê Kurd tecrîdkiriye û wê tecrîdê bi dawî bikin. Agaoglû serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê jî pîroz kir û got, ji bo ewlekirina şoreşa Rojava divê faşîzma Tirk bê têkbirin. Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku zêdebûna êrîşên faşîzma dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide ku Kurd gelekî nêzî serketinê ne. Sariyildiz ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang kir. Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate nîşandan. Her wiha sînevîzyonek ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Koma Medya, Bengîn Agirî, Koma Dem, Xecê, Diyar, Koma Rojava û Koma Raperîn derketin ser dikê.
STAVROPOL: Kurdên li bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Nûnerên Şaredariya Stavrapolê û saziyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Stavrapolê Ahmet Huseyîn û Nazê Bazuyeva piştî deqeyeke rêzgirtinê axivîn û cejna Newrozê li beşdaran pîroz kirin. Huseyîn diyar kir ku Newroz nîşaneya berxwedanê ye û bang li Kurdên li Rûsyayê kir ku vê berxwedanê xurtir bikin. Bazuyeva jî got, wê bi piştevaniya jinê dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin. Piştre berpirsyarê têkiliyên bi gel re ya Şaredariya Stavrapolê û nûnerên saziyên gelên cuda axivîn û cejna Newrozê pîroz kirin. Piştî axaftinan Hozan Sîmar, Roj Azad, Ersîn Aydin, Bari Yusubov, Hesen Mamedov û Mehemed Rustemov hunera xwe pêşkêş kirin.
ALMATI: Li navçeya Aşibulak a paytexta Kazakîstan Almatiyê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe li meydana stadyûma bajêr cejna Newrozê pîroz kirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Cejna Newrozê ku ji aliyê dewleta Kazakîstanê ve bi fermî tê pîrozkirin, gelê Kurd li gorî kevneşopiyên xwe pîroz dike. Koma Kurdistanê, Koma Medya û Diyar Gasanov di pîrozbahiyê de derketin ser dikê.
KALÎFORNIYA: Agirê Newrozê li peravên Okyanûsa Pasîfîk jî geş bû. Li bajarê San Fransico yê eyaleta Kalîforniya ya DYE'yê, hevalên şehîdên YPG'ê Michael Israil û Robert Grodt û Navenda Civaka Kurd a Kalîforniyayê Newroz pîroz kirin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên Emerîkî heta derengiya şevê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.