Nameya Beçet li qada Newrozê hate xwendin

Girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, beriya çalakiyê nameyek nivîsî bû. Nameya Beçet li qada Newrozê ya li Stenbolê hate xwendin.

Beçet di nameya xwe de got, "Ji bo gavekê biavêjim cara yekê ye ku xwe bi vî rengî azad dibînim."

Nameya Beçet wiha ye: "Di demekê de ku min hewl dida bersiveke rast ji bo pêvajoyê bibînim, hevalê Zulkuf Gezen 17'ê Adara 2019'an nîşanî min da ku mirov çawa dikare bi rengekî rast bersivê bidin pêvajoyê û dema mirovek bixwaze azad bibe û tecrîdê bi dawî bike tiştek li ber nikare bibe asteng. Bi soza ku min da Rêbertî ez tevlî vê pêngavê bûm. Di şexsê xwe de min gelê Kurd, gelê Botanê û metropolan hîn bi xurtî û zanebûn tevlî vê pêngavê kir. Di şexsê hevalê Zulkuf de divê ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo gavekê biavêjim cara yekê ye ku xwe bi vî rengî azad dibînim. Bi mejî û dilê xwe, bi coşa xwegihandina Rêbertî, bi jiyaneke watedar û bi rûmet, pê bawerim ku wê berxwedana fermandar hevalê Zulkuf Gezen ji me re hiştî bê mezinkirin û bersiv ji pêvajoyê re bê dayin.

Bijî berxwedana zindanan

Bimire komploya navneteweyî û tecrîd

Silav û rêzên şoreşgerî...

Ayten Beçet"