HDP’ê li Meletî û Mêrsînê lez da xebatên hilbijartinê

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Mêrsîn û Meletiyê lez da xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê.

Namzetê HDP’ê yê hevşaredariyê Huseyîn Kilinç, Hevserokê HDP’ê yê Meletî Kemal Gedîk û endamên partiyê li Taxa Atakoy a navçeya Battalgazî ya Meletiyê serdana dikandaran û malan kir. Gel û dikandaran eleqeyeke mezin nîşanî HDP’yiyan da.

Kilinç ji xelkê Meletiyê re axivî û got; “Dikandarên me di nava pirsgirêkên mezin ên aboriyê de ne. Li her derê ku em diçin lê qala pirsgirêkan tê kirin. Karker, dikandar û welatî ji vê desthilatdariyê bêzar bûne û ji wan ne memnûn in. Ji bo hilbijartinê demek kurt maye û di vî demê kurt de em ê biçin her mal û dikanan em ê serdana hemû welatiyan bikin.”

Parlameneterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî beşdarî xebatên hilbijartinê yên hevşaredariyên HDP’ê yên Akdenizê bûn.

Paylan di serdana Dêra Ortodoks û Katolîk de axivî û got; “31’ê Adarê li hemû bajaran û li Şaredariya Akdenîzê jî fersendek heye ku em ji têgiha yek ziman, yek nasname re bibêjin ‘raweste’ heye. Gelê me wê piştgiriyê bide namzetên demokrasiyê û namzetên rêz ji bawerî û nasnameya gelan re digrin.”

Namzeta hevşaredariya Akdenîzê yê HDP’yî Emîn Şîlan Yuksekkaya jî spasiya rêveberiya Dêrê kir û got; “Em ê qeyûmê şaredariya Akdenîzê bişînin û ev jî wê bi piştgiriya we pêk were. Em şaredarî em ê bi têgihekî rêzdariya ji bo nasname, bawerî û wekheviyê xizmetê ji we re bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin û bi hev re rê ve bibin.”

Namzetê hevşaredariya Akdenîzê Reşa Aşan jî axivî û got; “Divê her kes azad û li gorî baweriya xwe li vî welatî bijî û bide jiyîn. Em soz didin ku piştî 1’ê Nîsanê li Akdenîzê baweriya xwe û çanda xwe bidin jiyîn.”