DKP/BOG: Em li ser rêça nemiran in!

DKP/BOK: Em li ser gotina ''azadî û sosyalîzm'' a hevrê Serhed in. Em li ser rêya nemiran in! Em xwe ji yek hedefê re hazir dikin, tenê dirûşmeyeke me heye! Em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin! An serfirazî! An serfirazî!

Partiya Komunarên Şoreşger û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) derbarê Bayram Namaz ku li Rojava şehîd bû, daxuyaniyeke niviskî da.

DKP/BOG di daxuyaniyê de bi bîr xist ku şervanên QSD'ê li ser xaka Sûriyê dawî li DAÎŞ'ê anîn û berxwederên li zindanan faşîzma AKP-MHP'ê dihejînin û diyar kir desthilata TC'ê ya faşîst ji dengê gavên şoreşê yê şoreşayekbûyî ditirse, bi komplo, suîkastan dixwaze xwe li ser piyan bihêle û têkoşîna gelen bi paş bixe.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin 23'yê Adarê, dema ku hate ragihandin ku DAÎŞ li ser xaka Sûriyê bi temamî hatiye qedandin, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê nûnerê  Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) -Rojava, Baran Serhat (Bayram Namaz) kiriye hdef û hevrêyê wan şehîd bûye. DKP/BOG GOT, ''Hevrêyê me Baran Serhat di serî de ji bo gelên Rojava, ji bo rizgariya gelên cîhanê yek ji heverêyê me yên pêşeng bû ku têkoşîna azadî û sosyalîzmê dida.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin,''TC ya faşîst a mêtinger di şexsê hevrê Baran Serhat de têkoşîna me ya şoreşgerên enternasyonalîst û têkoşîna şoreşger a yekbûyî kiriye hedef. Şoreşgerên ku bi desteka li DAÎŞ'ê nekarî biqeîne, Şoreşa Rojava ya ku nekarî biqedîne, hewl dide ku bi suîkastan paş ve bixe û bêbandor bike.''

Di daxuyaniyê bi berdewamî hate gotin Baran Serhad yei parazvan û fermandarê pêşeng ê şoreşa Rojava bûye, got, divê faşîzma AKP-MHP'ê bizanibe ku mirin wê ji têkoşîna wan mafdar dûr nexîne û wiha domand, ''Çespandina wê jî, hevrêyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet in ku bi dirûşmên ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin'' dest bi çalakiyên fedaî kirine. Hevrê Ugur Şakr e ku ji bo tecrîdê bişkîne bedena xwe daye ber êgir. Bi hezaran hevrêyên me yên ku dest bi grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger kirine, di vîna wan de nemirî heye. Di vê rêyê de ku xaka Rojava ber bi azadiyê ve dibe ev biryardarî heye.''

Em li ser rêça nemiran in! Em ê hemû êrîşên şerê taybet ên faşîzma AKP-MHP'ê pûç bikin, em ê serfiraziya şerê şoreşger ê yekbûyî ku kulma dawî li faşîzmê bixe, bi hêza ku me ji nemiran girtî ragihînin!

Em xwe tenê ji hedefekê re hazir dikin, tenê dirûşmeyeke me heye! Em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin! An serfirazî! An serfirazî!''