Dirûşma 'Bijî Serok Apo' li Newroza Stenbolê deng vedide

Agirê Newrozê yê li Stenbolê ji aliyê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hate vêxistin. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" tên qîrîn.

Pîrozbahiya Newrozê li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" dest pê kir. Bi dehan hezar welatiyên ku serê sibehê berê xwe dan qada Newrozê dirûşmên "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" ketin qada Newrozê. Girseya gel piştî lêgerînê derbasî qadê bûn, nîşaneyên serketinê bilind kirin û dirûşmên "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agir û rêzgirtinê dest pê kir. Girseya gel qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemiland. Hîn jî mirov ber bi qada Newrozê ve diherikin.

Li ser dika pîrozbahiyê pankartên "Newroz Pîroz be", "Li welat demokrasî, Li Rojhilata Navîn aştî" û "Niha dema şoreşê ye" hatin vekirin. Gelek rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî bi al û rengên xwe diherikin qada Newrozê. Li qada Newrozê govenda li dora muzîkê geş bûye.

Bi sed hezaran Stenboliyên di kontrola polîsan re derbas dibin, guh nadin astengiyan û ber bi qadê ve diherikin. Girseya ku ji 7 salî heta 70 salî qad tije kir, coşek mezin ava kiriye. Girseya li qadê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Em ê dawî li tecrîdê bînin" berz dikin û heman pankart û dowîz bilind dikin. Ciwanên ku derketin ser dîrekên ceyranê posterên Ocalan vekirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Ayşe Kolivar û Dogan Çelîk didome.

AGIRÊ NEWROZÊ LI BER QÎRÎNA DIRÛŞMAN HATE DADAN

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, agirê Newrozê ji aliyê malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne hate vêxistin. Agirê Newrozê bi tilîliyên dayikan geş bû.

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, Cengîz Çîçek û Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê didome. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû û Dayikên Aştiyê jî wê biaxivin.