ROJANE
Hemû Nûçe
-
Zext û êşkenceya li girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde bûn
OHD û ÎHD'ê li ser grevên birçîbûnê yên girtiyên li Anatoliya Navîn raporek amade kir û diyar kir, "Zext û kiryarên xerab ên li dijî girtiyan zêde bûne." Komeleyan xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. -
Çavdêrên Swêdî: Hilbijartin bi rengekî azad û wekhev pêk nehat
Çavdêrên ku bi navê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê şopandin, diyar kirin ku hilbijartin bi rengekî azad û wekhev pêk nehatiye. -
KCD: 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan mîlad e
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got, “4’ê Nîsanê ji bo Kurdan mîlad e.” -
Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê 3 roj in didome
Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Konê di roja 3'emîn de ye. Di nava çalakgerên greva birçîbûnê de Elman û Baskî jî hene. -
Serokê Partiya Çep a Swêdê: Divê Ocalan azad bibe
Serokê Partiya Çep a Swêdê ku hevparê desthilatdariyê ye Jonas Sjostedt diyar kir, ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Yonca Akici ya li dijî tecrîdê çalakiya fedaî kirî hate veşartin
Cenazeyê Yonca Akici ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Şakranê çalakiya fedaî kirî, li navçeya Dutax a Agiriyê hate veşartin. -
TJK-E: Rojbûna Rêbertî rojbûna jinê ye!
TJK-E: Her sê rojbûnên Rêber Apo, di heman demê de rojbûna jinê ne. Jina ku weke xeleka herî qels dihate dîtin, gihîşte asta pêşengiyê." -
IPPNW ji bo grevên birçîbûnê bang kir
Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Doktorên pêşî li Şerê Atomê yê Navneteweyî digirin (IPPNW) bang li Hikumeta Elman a Federal kir, ku ji bo aktîvîstên di greva birçîbûnê de ne bikeve nava liv û tevgerê. -
Siyasetmedarên HDP'î serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin
Siyasetmedarên HDP'yî çûn serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Li ber parlamenta Swêdê çalakiya greva birçîbûnê
Kurdistaniyên li Stockholmê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1'ê Nîsanê ketin greva birçîbûnê, di roja 2'emîn a çalakiyê de li ber Parlamenta Swêdê çalakiyek lidar xistin. -
Zarokên Kurd ji bo Îba name ji parlamentê re şandin
Ji bo Yûsûf Îba ku 81 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, zarokên Kurd name ji parlamentê re nivîsandin. -
Amadekariyên ji bo rêwîtiya Amarayê dest pê kirin
Hevserokê DBP'ê yê navçeya Ceyhanê Tahîr Ozdemîr diyar kir, wê ji Edeneyê bi xurtî tevlî pîrozbahiyên îsal ên 4'ê Nîsanê bibin. -
ROJEVA 3'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2019'an. -
Denîz Kaya: Em çalakiyên fedayî rast nabînin
Denîz Kaya têkilî çalakiyên fedayî yên li girtîgehan daxuyanî da û got, ''Em rast nabînin ku çalakiyên wiha yên fedayî werin kirin, em dibêjin divê em bi çarçoweya tevahiya rêxistinî tevbigerin.'' -
Li 3 navçeyên Stenbolê wê deng ji nû ve werin hejmartin
Îtîraza ji bo encamên hilbijartinê yên li navçeyên Beykoz, Fatîh û Çekmekoy yên Stenbolê hate qebûl kirin û biryar hate dayîn ku dengên hatine betal kirin ji nû ve werin hejmartin. -
Hevdîtina li gel Ocalan cara 803'yan hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re biki cara 803'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan dîsa hate redkirin. -
Li Osmaniyeyê girtiyek din ê siyasî çalakiya fedayî kir
Li girtîgeha Osmaniyeyê girtiyê siyasî Sîraç Yuksek bi armanca protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir. -
Li pêşiya Konseya Ewropayê sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’
Kurdên li Ewropayê çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewropayê ya ji bo rakirina tecrîdê di roja 2’an de didomînin. -
Echo: Stêrka Erdogan rijiya!
Rojnameya ekonomiyê ya Belçîkayê l’Echo, encama hilbijartinên 31’ê Adarê yên Tirkiyê bi gotina, ‘Stêrka Erdogan rijiya’ analîz kir. -
Çerkezoglû: Rejîma nû ji bo civakê gefeke mezin e
Rûniştina doza Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hate kirin. Çerkezoglû got ku “Di rejîma nû de gefên mezin heye.” -
Girtiyên PJAK’ê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dan destpêkirin
16 girtiyên siyasî yên PJAK’ê yên di girtîgehên Îranê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. -
Parêzerên Ocalan cara 803'an serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 803'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Destûrê nadin ku xizmên girtiyan biçin Enqereyê
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji bo hevdîtinan bikin berê xwe dan Enqereyê, lê li pêşiya Enqereyê hatin rawestandin. -
Serokê YSK'ê Guven li ser îtirazan daxuyanî da
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven, li ser îtirazan daxuyanî da û diyar kir, dema îtirazê îro saet 15:00 bi dawî dibe. -
Li Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin.