ROJEVA 3'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Hevserokê DBP'ê yê navçeya Ceyhanê Tahîr Ozdemîr diyar kir, wê ji Edeneyê bi xurtî tevlî pîrozbahiyên îsal ên 4'ê Nîsanê bibin.
- Denîz Kaya têkilî çalakiyên fedayî yên li girtîgehan daxuyanî da û got, ''Em rast nabînin ku çalakiyên wiha yên fedayî werin kirin, em dibêjin divê em bi çarçoweya tevahiya rêxistinî tevbigerin.''
- Sirri Sakik û Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kirin, wan li navenda Mûşê û navçeya Malazgîrtê gelek şaşitî û karên ne li rê tespît kirine û gotin, wê mijarê bişopînin.
- TJK-E'yê li ser 4'ê Nîsanê daxuyanî da û diyar kir, "Her sê vejînên Rêber Apo di heman demê de vejîna jinê ye. Jina ku weke xeleka herî qels dihate dîtin, gihîşte asta pêşengiyê."
- Siyasetmedarên HDP'yî çûn serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
- Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Doktorên pêşî li Şerê Atomê yê Navneteweyî digirin (IPPNW) bang li Hikumeta Elman a Federal kir, ku ji bo aktîvîstên di greva birçîbûnê de ne bikeve nava liv û tevgerê.
- Hemara 169'an a rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta 'Yên ku mohrê li şoreşê dixin" derket.