Zarokên Kurd ji bo Îba name ji parlamentê re şandin
Ji bo Yûsûf Îba ku 81 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, zarokên Kurd name ji parlamentê re nivîsandin.
Ji bo Yûsûf Îba ku 81 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, zarokên Kurd name ji parlamentê re nivîsandin.
Yûsûf Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê 81 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Zarokên Kurd ên li Kanadayê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Îba, nameyek ji Parlamenta Kanadayê re nivîsandin û banga piştgiriyê kirin.
Nameya zarokan bi sernavê "Bila Yûsûf Îba nemire, bila bijî" hate nivîsandin.
Name bi zimanên Îngilîzî û Fransî hate nivîsandin, ji parlamenteran re hate şandin û ji wan hate xwestin ku guh bidin çalakiya Îba.
30 zarok li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê li hev civiyan û bi zimanên Kurdî, Tirkî, Fransî û Îngilîzî peyama "Bila daxwazên Yûsûf Îba bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe û Îba bijî" dan.