Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê 3 roj in didome
Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Konê di roja 3'emîn de ye. Di nava çalakgerên greva birçîbûnê de Elman û Baskî jî hene.
Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Konê di roja 3'emîn de ye. Di nava çalakgerên greva birçîbûnê de Elman û Baskî jî hene.
Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê ku li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî tecrîd û faşîzmê dest pê kir, 3 roj in didome.
Gelek kes serdana berxwedêrên greva birçîbûnê dikin.
Nûnerên ADHK û NAV-DEM'ê serdana berxwedêran kirin. hevserokên NAV-DEM'ê yên Kolnê diyar kirin, ew çalakiya AvEG-Konê watedar dibînin.
Berxwedêrên greva birçîbûnê doh dosya dan televîzyona Elman WDR û çapemeniya xwecihî û li ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, Kurdistanê û gelek deverên dinyayê agahî dan.
Çalakger wê îro jî serdana sendîkayan û hin saziyan bikin.
Berxwedêrên greva birçîbûnê ji gelek neteweyan pêk tên. Di nava 14 berxwedêran de ku bi giranî Kurd û Tirk in, welatiyekî Baskî û 2 welatiyên Elman jî hene.
PEYAMA BERXWEDÊRAN
Ji çalakgeran Carlos diyar kir, cihgirtina li nava berxwedana greva birçîbûnê wezîfeyeke girîng a şoreşgerên li Elmanyayê û Ewropayê ye.
Çalakgera bi navê Eylem jî diyar kir ku ew hewl didin daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê li gelemperiya Ewropayê belav bikin û got, heta ku êşkenceya tecrîdê bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakger Endîka ku ji Katalonya-Barcelonayê ye got, armanca vê çalakiyê rast e, lewma ew jî tevlî bûye.