Li 3 navçeyên Stenbolê wê deng ji nû ve werin hejmartin
Îtîraza ji bo encamên hilbijartinê yên li navçeyên Beykoz, Fatîh û Çekmekoy yên Stenbolê hate qebûl kirin û biryar hate dayîn ku dengên hatine betal kirin ji nû ve werin hejmartin.
Îtîraza ji bo encamên hilbijartinê yên li navçeyên Beykoz, Fatîh û Çekmekoy yên Stenbolê hate qebûl kirin û biryar hate dayîn ku dengên hatine betal kirin ji nû ve werin hejmartin.
Li Stenbolê piştî îtîrazên li ser nelirêtî, xeletî û dengên betal ên encamên hilbijartinê, Desteya Hilbijartinê li 3 navçeyan biryar da.
Biryar hate dayîn ku li navçeyên Beykoz, Fatîh û Çekmekoy dengên hatine betal kirin ji nû ve werin hejmartin. Li Beykozê 5 hezar û 352, li Fatîhê 7 hezar û 354, li Çekmekoyê 5 hezar û 684 deng hatibûn betal kirin.