Serokê Partiya Çep a Swêdê: Divê Ocalan azad bibe

Serokê Partiya Çep a Swêdê ku hevparê desthilatdariyê ye Jonas Sjostedt diyar kir, ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Heyetek ji Meclîsa Dalarnayê ya ser bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi Serokê Partiya Çep (Vanster) a Swêdê ku hevparê hikumetê ye Jonas Sjostedt re hevdîtin kir. Hevdîtin li bajarê Falunê pêk hat.

Mijara hevdîtinê jî hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê bûn.

Serokê Partiya Çep Sjostedt, ji bo şopandina hilbijartinên xwecihî li Wan û gelek bajaran çavdêrî kiribû.

Sjostedt diyar kir, di dema hilbijartinê de ew li gelek deveran geriya û anî ziman, hilbijartin 'di nava şert û mercên antî demokratîk' de pêk hat.

Serokê Partiya Çep got, "Zexteke giran li gel tê kirin", bi taybetî bal kişand ser zextên li çapemeniyê û diyar kir, "Tenê ji bo AKP'ê dixebitîn. Li TV'an bi rengekî yekalî weşan dikirin. HDP boykot dikirin."

Sjostedt ragihand, di dema dengdanê de leşker û polîs hem li nava navenda dengdanê hem jî li derve hebûn û got, "Em jî ji hundir derdixistin. Em rencîde dikirin."

Sjostedt destnîşan kir, HDP temînata aştiyê ye û got, "Lewma Erdogan li dijî HDP'ê derdikeve û li ber polîtîkayên wê radibe. Di nava HDP'ê de hêvî û azadî heye."

Sjostedt bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got, "Divê girtiyên siyasî hemû tavilê bên berdan." Sjostedt anî ziman, di serî de Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ew girtina siyasetmedaran qebûl nakin û got, "Ji bo mohra terorê ya li ser PKK'ê bê rakirin em hewl didin. Divê Abdullah Ocalan bê berdan. Eger wê aştî bê Tirkiyeyê, divê bi Kurdan re li hev bikin û ji bo aştiyê jî divê Kurd azad bin."

Sjostedt got, "Divê Abdullah Ocalan azad bibe" û destnîşan kir ku di vê mijarê de nêrîna wan eşkere ye.

Sjostedt destnîşan kir, dema ku Kurd azad bûn wê aştî û demokrasî bê û got, "Piştgiriya me wê bidome."