Amadekariyên ji bo rêwîtiya Amarayê dest pê kirin

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Ceyhanê Tahîr Ozdemîr diyar kir, wê ji Edeneyê bi xurtî tevlî pîrozbahiyên îsal ên 4'ê Nîsanê bibin.

Ji bo pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê ku her sal mîna kevneşopiyekê tên lidarxistin, bi dehan hezar mirov diçin Xelfetiyê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Tê payîn ku îsal jî bi hezaran mirov biçin gundê Amara ku Ocalan lê ji dayik bûye û tevlî pîrozbahiyê bibin. Li gel astengî, zext û zordariyê jî ji her devera Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê mirov tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê dibin.

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Ceyhanê ya Edeneyê Tahîr Ozdemîr diyar kir, wan amadekariyên xwe temam kirine û wê bi 10 otobusan ji Edeneyê berê xwe bidin Amarayê. Ozdemîr bang li gelê Kurd kir ku li Amarayê tevlî pîrozbahiyê bibe. Ozdemîr bi bîr xist, par ew bi 4 otobusên mezin tevlî pîrozbahiyên Amarayê bûbûn û got, îsal wê hîn bi xurtî tevlî bibin.

Ozdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, "Tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan e, gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û zindanî hemû tecrîdkirî ne. Leyla Guven û girtiyên me yên li zindanan bi berpirsyarî rabûn û dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî li derve dema bi xurtî li hev bicivin, em ê karibin destekê bidin greva birçîbûnê. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin Amarayê."