Yonca Akici ya li dijî tecrîdê çalakiya fedaî kirî hate veşartin
Cenazeyê Yonca Akici ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Şakranê çalakiya fedaî kirî, li navçeya Dutax a Agiriyê hate veşartin.
Cenazeyê Yonca Akici ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Şakranê çalakiya fedaî kirî, li navçeya Dutax a Agiriyê hate veşartin.
Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a navçeya Şakrana ya Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anîbû, li gundê Burnîbulakê ya girêdayî Navçeya Dutaxê ya Agiriyê hat veşartin. Akici, di 1’ê Nîsanê de çalakiya fedaî pêk anîbû û şehîd bibû. Malbatê cenazeyê keça xwe Akici, ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê wergirt û bi balafirê birin Balafirgeha Erziromê û ji vir jî bi rêya bejahihyê birin gund.
Malbatê cenaze nîvê şevê li gundê Burnîbulakê di bin dorpêça leşkerên Tirk de li goristana gund veşart. Leşkeran tenê destûr dan çend endamên malbatê ku merasîma veşartinê pêk bîne.
Piştî wecîbeyên olî Akici li goristana gund hate veşartin.
Akici, 4 sal bûn ku bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” girtî bû. Ji 1’ê Adarê vir ve li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de bû. Akici di 29’ê Adarê de xwestibû çalakiya fedaî pêk bîne lewre bi giranî birîndar bibû, rakiribûn nexweşxaneya Çiglî. Akici roja 1’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dabû.