Echo: Stêrka Erdogan rijiya!

Rojnameya ekonomiyê ya Belçîkayê l’Echo, encama hilbijartinên 31’ê Adarê yên Tirkiyê bi gotina, ‘Stêrka Erdogan rijiya’ analîz kir.

Rojnameya Echo bi bîr xist ku Erdogan hilbijartinên xwecihî veguherandiye ‘Bekaaya welêt’ û diyar kir ku binketina Erdogan a roja yekşemê , ‘dibe ku ew û partiya wî bimîne bin tomet û sûcdariya bekaayê de.’ 

PÊKHATINA DESTPÊKAN

Rojnamê diyar kir ku piştî hevrikên hev ên hilbijartinê nêzî hev bûne, ajansa dewletî ya fermî Anadolû Ajansi daneyên hilbijartinê dane sekinandin, lewre jî zelalbûna encaman gelek dereng ketiye û got, “Ev muharebereya (şerê) mezin ji hêla partiya desthiltdar ku hemû enerjiya xwe daxistî holê ve li ser wê bingehê bû ku mohra xwe li binê destpêkên nû bide. Di hilbijartinê de Stanbol ku bajarê Tayîp Erdogan e û ji sala 1994’an ve rêve dibe, lewre jî kariyera xwe ya siyasî hemû li ser vê hilbijartinê saz kirî; piştî serweriya nîv sedsalê ya muhafazakaran, kete destê muxalefeta komarhez û laîk.”

‘GEL ‘REÎS’ HIŞYAR KIR’

Bayram Balci yê ji rojnameyê re axivî diyar kir ku muxalefetê derdorê 10 şaredariyên bajarên mezin ên nû bi dest xistine û got, “Hilbijartinên şaredariyê ji bo reîs hişyariyek bû. Zordestiya zêde ya desthilatdariyê, krîza ekonomîk dibe ku têkçûna Erdogan rave bikin. Li şûna bihêle ku ev hilbijartin weke hilbijartineke asayî ya şaredariyan pêk bê, veguherand referandumeke ku li dora xwe honandî.”

DIBE KU HEMÛ PERGALA AKP’Ê BIHEJE

Nivîskar Jean-François Pérouse ku gelek pirtûkên wî yên di derbarê Tirkiyê de heyî diyar kir ku gelek nediyarî hene û got, “Nediyariya ekonomîk û ya navneteweyî jî li vê zêde bikin. Metirsî heye ku AKP hemû biheje.”

MUXALEFET WÊ CESARETÊ JÊ WERBIGIRE

Li gorî zanyarê siyasetê Ahmet Însel jî wiha şirove kir, “Di siyaseta Tirk de divê mirov di demeke kurt de nemîne li benda hejandineke mezin. Lê belê hilbijartinên şaredariyê ji bo Erdogan û partiya wî rewşeke metirsiyê destnîşand dikin. Ya yekemîn wê muxalefet hinek cesaretê bigire. Piştî wê, têkçûna li bajarên mezin, dibe ku hesteke mîna ‘potansiyela serokomar a di bin banê AKP’ê de qediyaye’, biafîrîne.” 

Însel got dibe ku ji AKP’ê veqetîn û qutbûn jî çêbin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di rewşeke wiha de, em ê derbasî konjonktureke ku dawî li AKP ya Erdogan tê, bibin.”