Hevdîtina li gel Ocalan cara 803'yan hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re biki cara 803'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan dîsa hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziya Turgut, Serbay Koklu, Ibrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç, ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 803'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa hate redkirin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve dewleta Tirk nahêle ku parêzerên  Ocalan miwekîlên xwe bibînin û tecrîdeke mitleq li ser Ocalan hatiye danîn.