Siyasetmedarên HDP'î serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin
Siyasetmedarên HDP'yî çûn serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Siyasetmedarên HDP'yî çûn serdana Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Aktîvîstên li Elmanyayê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demên cuda de dest bi greva birçîbûnê kirin, hefteya debasbûyî li Berlînê li hev civiyan û biryar dan ku çalakiya xwe bi hev re bidomînin.
Omer Bagdûr û Cemal Kobanê yên ji Kasselê, Mele Mûstafa Tûzak ê ji Duisburgê û Şiyar Xelîl ê ji Nurnbergê, li meydana navbera avahiyên Meclîsa Federal û Serokwezaretiyê li hundirê karavanekê çalakiya xwe didomînin.
Kurdên li Berlînê jî tevî dostên xwe serdana çalakgeran dikin. Herî dawî doh parlamenterên berê û şaredarên HDP'î yên sirgûnkirî, akademîsyen, hunermend û rojnamevanan serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.
Parlamenterê berê yê Wanê Kemal Aktaş di dema serdanê de axivî û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê banga hişyarî û berpirsyariyê kir. Aktaş diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê roleke girîng dikeve ser milê Hikumeta Elman a Federal.
Aktaş da xuyakirin, greva birçîbûnê wê teqez bi ser bikeve û got, "Ji ber ku berxwedan mirovan bi ser dixîne. Ev mirov jî bi mehan e bi rengekî mezin li ber xwe didin. Me jî ji bo piştgiriya çalakiya van hevalan dest bi çalakiya nobedê kirin û çalakiya me wê heta roja Înê bidome."
Bi navê berxwedêran Mele Mûstafa Tûzak jî anî ziman ku tecrîd sûcekî giran e yê li dijî mirovahiyê û bang kir: "Nedibû ku me tecrîdkirina serokê xwe qebûl bikira. Em hêza xwe ji Mazlûm Dogan, M. Hayrî Dûrmûş û hevalên xwe yên din ên li girtîgehan li ber xwe didin werdigirin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîdkirina serokê me bikevin nava liv û tevgerê."
Çalakiya nobedê ku wê heta roja Înê bidome, her roj saet di navbera 13:00-17:00 de li meydana Brandenburg Tor pêk tê.