Li Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin.
Bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Meryem a li Hîldesheîmê roja Duşemê çalakiya bi kon hate destpêkirin. Saziyên jinên Kurd ên herêma Salzgîtterê piştgirî dan çalakiyê.
Kon li navenda bajêr hate vegirtin û belavokên li ser tecrîd û greva birçîbûnê hatin belavkirin.
Çalakgeran afîşên berxwedêran hildan ên ku di dema greva birçîbûnê de çalakiyên fedaî kiribûn.
Hevberdevka Komuna Jinan a Şehîd Meryem a li Hîldesheîmê Xevo Donma di çalakiyê de daxuyanî da û got ku “Armanca vê çalakiya me ev e ku, em tecrîdê bişkînin.”
Donma diyar kir heta ku tecrîd were şikandin wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li Kurdên li Ewropayê kirin ku bila her roj di çalakiyê de bin. Donma bal kişand ser vî tiştî ku bêdengiya CPT û saziyên Ewropayê tê wateya piştgiriya ji bo Erdogan.
Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku şeş mehan ew ê ji Duşemê heta Înê di navbera saetên 17-19’an de li pêşiya Dêra Jakobî çalakiya xwe bidomînin.