Li ber parlamenta Swêdê çalakiya greva birçîbûnê

Kurdistaniyên li Stockholmê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1'ê Nîsanê ketin greva birçîbûnê, di roja 2'emîn a çalakiyê de li ber Parlamenta Swêdê çalakiyek lidar xistin.

Beriya destpêkirina rûniştina parlamentê ya li ser mijarên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan, çalakger li ber avahiya parlamentê li hev civiyan. Berxwedêran pankarta bi nivîsa "Piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê, bes e ji tecrîdê re, azadî ji Ocalan re" û wêneyên Leyla Guven bilind kirin.

Ji bo raya giştî jî belavok hatin belavkirin û li ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan agahî hatin dayin.

Yek ji çalakgeran, dema ku Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom ji ber wan derbas bû, grevên birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê anî bîra wê. Wallstrom jî got ku wê niha li parlamentê nîqaş bikin.

Komeke ji çalakgeran jî tevî dostên xwe li Enstîtuya Swêdê li ser hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê panelek lidar xist.

Şanoger Serpîl Înanç li panelê axivî û ji bo grevên birçîbûnê banga piştgiriyê kir.

Çalakgerên greva birçîbûnê jî daxuyaniya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Swêdê li beşdarên panelê belav kirin.