Li pêşiya Konseya Ewropayê sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’

Kurdên li Ewropayê çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewropayê ya ji bo rakirina tecrîdê di roja 2’an de didomînin.

Kurdên li Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji bo qebûlkirina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Ji gelek bajarên Ewropayê 150 kes tevlî çalakiya rûniştinê bûn û heta diyarkirin ku di saetên pêş de me ev hejmar wê bibe 200.

Di destê sibehê de jî Kurdan li Avenûe de L’Eûropeyê çalakiya zincîreya mirovan li dar xistin. Di çalakiyê de bi Fransî û Kurdî sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de xebatên agahdarkirinê jî tên kirin û li sedan kesan belavok hatin belavkirin. Kesên ku ji wê derê derbas dibin jî derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê jî tên agahdarkirin.

Hate diyarkirin ku di nava rojê de jî wê li ser Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî semînerek were lidarxistin û ew ê serkeftina li Baxozê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê were pîrozkirin.

Hate ragihandin ku wê tevlêbûna çalakiya rûniştinê roj bi roj zêdetir bibe.