Çavdêrên Swêdî: Hilbijartin bi rengekî azad û wekhev pêk nehat
Çavdêrên ku bi navê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê şopandin, diyar kirin ku hilbijartin bi rengekî azad û wekhev pêk nehatiye.
Çavdêrên ku bi navê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê şopandin, diyar kirin ku hilbijartin bi rengekî azad û wekhev pêk nehatiye.
Alîkara Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Evîn Încîr û Parlamenter Kadîr Kasirga ji ANF'ê re axivîn. Çavdêr ku li gundên navçeya Çinar a Amedê hilbijartin şopandin, diyar kirin ku zext li gel hatiye kirin.
Încîr diyar kir, li her navendeke dengdanê em li kesên ku ji aliyê hikumetê ve hatin şandin rast hatin ku wan kesan hewl didan li pêşiya îradeya azad a gel bibin asteng.
Kasirga jî anî ziman, polîs û leşker li ser sindoqan hatin bicihkirin û ev jî têrê nekir, keyayên alîgirê hikumetê zext li hilbijêran dikirin ku dengê xwe bidin partiyên hikumetê.
Kasirga ragihand, rêveberên HDP'ê li dijî hîleyên li navenda bajaran hatin kirin têkoşiyan, lê belê li gundan tevî ku tişta ji destê wan dihat kirin jî, têrê nekir.
Kasirga diyar kir, li dijî hîle û zordariyê jî wan dîtin ku gel di sîstema demokratîk de israr dike, ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeya xwe nîşan dide û got, "Tevî gef, zext û girtinê jî gel çû ser sindoqan û dengê xwe da. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye."
Li ser windakirina HDP'ê li hin bajar û navçeyên Kurdistanê Kasirga got, "Nîvê gelê Şirnexê ji cih û warê xwe hatin derxistin. Karmend, polîs û leşker li şûna wan hatin bicihkirin. Li herêmên din ên Botanê jî rewş bi heman rengî ye. Li wê derê garnîzonên mezin hatin avakirin. Berê mafê leşkeran ê dengdanê tinebû. Îro li Şirnexê ji gelê xwecihî bêhtir leşker û polîs hene. Ev yek jî bandorê li encamên hilbijartinê dike."
Încîr jî anî ziman ku HDP'ê di hilbijartinê de bi stratejiyeke serketî kar kiriye û got, desteka hilbijêrên HDP'ê li bajarên rojava û başûrê Tirkiyeyê ji bo CHP'ê, bandoreke diyarker li encaman kiriye.
Încîr destnîşan kir, di nava van şert û mercan de ku hilbijartin bi rengekî demokratîk û wekhev nehate kirin, zexteke giran li mûxalîfan hate kirin, encama bi dest ketiye serketin e.