Destûrê nadin ku xizmên girtiyan biçin Enqereyê
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji bo hevdîtinan bikin berê xwe dan Enqereyê, lê li pêşiya Enqereyê hatin rawestandin.
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji bo hevdîtinan bikin berê xwe dan Enqereyê, lê li pêşiya Enqereyê hatin rawestandin.
Heyetek ji xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û Dayikên Aştiyê, berê xwe dan Enqereyê lê li pêşiya Enqereyê ahtin rawestandin.
Heyeta ji 100 kesî dixwaze li ser grevên birçîbûnê bi rayedarên Wezareta Edaletê û partiyên siyasî re hevdîtinan bike, lê 2 saet in bêyî ku hincetek ji wan re bê gotin li navçeya Golbaşiyê hatine rawestandin.
Heyet ji xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji Wan, Mêrdîn, Êlih û Amedê pêk tê.