Partîzan: 1'ê Gulanê em ê li Taksîmê bin
Partîzan da xuyakirin ku tirs û xof bi berxwedanê ji holê tê rakirin û diyar kir, wê 1'ê Gulanê li Taksîmê bin.
Partîzan da xuyakirin ku tirs û xof bi berxwedanê ji holê tê rakirin û diyar kir, wê 1'ê Gulanê li Taksîmê bin.
Rêxistina Partîzan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Tirkiye ji aliyê dîktatoriyeke faşîst ve tê birêvebirin.
Partîzan diyar kir, êrîş herî zêde li neteweya Kurd tê kirin û bi bîr xist, bi hezaran kes li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Partîzan diyar kir, "Di nava van şert û mercan de em 1'ê Gulanê roja têkoşîn, yekîtî û piştevaniyê ya çîna karker û kedkaran pêşwazî dikin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, wê 1'ê Gulanê bi rengekî xurt li Taksîmê amade bin.