Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Parîsê didomin

Ozkan Ozdemîr 22 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Serdanên ji bo Ozdemîr didomin.

Ozkan Ozdemîr li saziya ACTÎT'ê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem didomîne. Nûnerên FEDA, Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê (ADKH) û Sekna Şoreşgerî ya Proleter serdana Ozdemîr kirin.

Ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Pîr Riza Yagmûr li serdanê axivî û berxwedêrên greva birçîbûnê hemû bi rêzdarî silav kir.

Nûnerê ADKH'ê jî diyar kir ku ji bo piştgiriyê ew hatine serdanê û li ser rê û rêbazên xurtkirina berxwedanê axivîne.

Hevseroka Saziya Pîr Sûltan Abdal a Parîsê Husniye Kuçukkeleş û nûnerê Sekna Şoreşge ra Proleter jî piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê.

Berxwedêrê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr jî destnîşan kir ku serdan ji bo wî motîvasyoneke baş e.